ŞIRNAK
Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê yê Şirnakê Hasîp Kaplan got: ''Pêla çareseriyê encax piştî besteka demokrasiyê û makezagona nû dê bigihije asteke baş."'
Hasîp Kaplan digel Cîgirê Serokê Şaredariyê Faîk Saltan, Serokbajêrê BDPê Baki katar û partiyiyan çû serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnakê (OBP) û cejna Serokê Odeyê Osman Gelîş pîroz kir.
Gelîş jî meala Qurana Pîroz a kurdî û şal û şepik diyarî Hasîp Kaplan kirin.
Kaplan û yên digel wî pişt re jî çûne serdana Kooperatîfa Barkirinê ya Şirnakê, Komeleya Xebatên Civakî ya Şirnakê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Şirnakê û Şûbeya KESKê û cejna wan pîroz kirin.
Kaplan li KESKê daxuyand ku li herêmê ev heft meh in şer tune û bi bîr anî ku di cejana Remezanê ya par de termên gelek ciwanan veşartibûn û konên sersaxîyê danîbûn.
Kaplan diyar kir ku divê her kes hay li vê rewşa xweş hebe û ev jî bi pêla çareseriyê dest pê kiriye. Kaplan wiha pê de çû: "Em di pêvajoya çareseriyê de derbasî pêvajoya duyemîn bûn lê xeberên qetlîamê yên ji Sûriyê tên me xemgîn dikin. Çeteyên înfazê li wir ne bi tenê kurdan, dinê îslamê jî qetil dikin. Lewra ne di dînê de, ne jî di Quranê de fermanekî wiha tuneye. Ji aliyê din ve, pêla çareseriyê jî encax piştî besteka demokrasiyê û makezagona nû dê bigihije asteke baş. Me got bila meclîs neyê girtin. Birêz Serokwezîr jî got 'dibe bê vekirin'. Heke em dê makezagonê çêbikin dem ev dem e. Divê parlamento di demeke nêz de bê vekirin ku ev bên temam kirin.''