31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ANKARA
Seroktiya Sererkaniyê ji bo gundparêz Mûrat Sevîm ku di êrîşa rêxistina cihêxwaza terorê da cangorî bû, peyameke sersaxiyê belav kir.
Seroktiya sererkaniyê di malpera xwe ya fermî ya înternetê da daxuyaniyek belav kir û tê da ragihand ku Sevim duh ji aliyê rêxistina cihêxwaza teror ve, di mala xwe da, pêş çavê zarokên xwe, bi şiklekî xayin û namerdî, hat birîndarkirin û rakirin nexwaşxaneyê û tevî hemî midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Şehîdê me yê ku di vê êrîşê da jiyana xwe ji dest da, ji me ra bû sedema xembariyê. Em ji Xweda hêvî dikin, bi dilovaniya xwe pê ra bike. Em hêviya sebrê li malbata wî û xizmên wî dikin, serê wan û endamên Hêzên Çekdarî yên me û gelê me yê ezîz yê sax be."