Orhan pişti ku ji dibistanê derket komeke ku ji 100-150 kesî pêk dihat, bi gotinên ne baş erîşê parlamenterê kir. Bûyer her çû mezin bû û komê bi keviran êrîşî wesayita ku Orhanê li siwar kir û paceyên wesayitê şikand.
Orhanê bûyer wiha vegot:
"Berpirsiyarê avahiyê yê HDPyê digel komeke qelebalix ve hat bal me û got: 'Hûn ji bo çi hatin li vir?' Me jî ji wan re got: 'Em li ser sandoqan digerin, parlementerên we jî digerin. Em dibêjin bi xêr be. Li dibistanên din hevalên we jî hene. Ev mafê me yê demokratîk e.' li ser wan gotinên min ji me re gotin 'hûn nikarin bên vê avahiyê, hûn nikarin bikevin vê avahiyê' Ji nişka ve komeke ji 100-150 kesî pêk dihat derdora me girt. Komê êrîşî me kir. Wekî ku hûn jî dibînin paceyên wesayita me şikandin. Ma mirov wiha li mafê xwe xwedî derdikeve û mafên xwe yên demokratîk dixwaze? Divê partîyî di çarçoveya eqlî selîmiyê de tevbigerin. Roja hilbijartinê gel mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne û bixwaze raya xwe bide kîjan namzedî dê bide wî."
Serokbajarê AK Partiyê yê Wanê Zahîr Sogan jî êrîşa li ser parlementer Orhanê şermezar kir û got ku di pêvajoya çareseriyê de bûyerekî wiha qewimî, ev nayê qebûlkirin û wiha dewam kir:
"Di pêvajoya çareseriyê de qewimîna bûyerên wiha kirêt nayê qebûlkirin. Dema ku însanên demokrasîxwaz vê bikin nabe. Êrîşên bi vî şiklî nayên qebûlkirin. Lewra aştî bi hewldana aliyekî pêk nayê, em hêvî dikin ku bûyerên wiha car din neqewimin."