HALEP
Rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) avêt li ser buroya Anadolu Agencyê ya ku li bajarê Heleba Sûriyeyê ye. Rêxistinê dest da li ser cîhazên peykê û hemû alavên teknîkî.
Mîlîtanên DÎŞIyê êrîşî herêma Şex Neccara Helebê kirin. Rêxistinê êrîşî buroya AAyê ya ku li wê herêmê ye jî kir. Mîlîtanan dest dan ser hemû alavan û buroyê serûbino kirin û çûn. Tîmeke AAyê ya ku ji bo nûçeyan çêbike çibû herêmeke din jî, ji êrîşê xilas bû.
Ji hêla din ve mîlîtanan dest dan li ser du wesayîtên nûçegihanên herêmî. Rêxistinê demek berê çend nûçegihanên herêmî û wênekêşê rojnameya Mîlliyetê Bunyamîn Aygun jî revandibû.