ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) dixwaze bibe yek ji 5 ajansên herî mezin yên dinyayê û di çarçoveya vê armanca xwe de jî çi hewce be dike. AA piştî weşana bi zimanên, ingilizî, boşnakî, sirpî, hirvatî, erebî û rûsî dest bi weşana kurdî jî kir û vê yekê deng veda.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz weşana kurdî ya AAyê nirxand û got: "Ji bo ku welatiyên me hev fêm bikin û zêdetir nêzî hev bibin, gaveke pir baş e. Ez bawer dikim ku dê bibe xebateke serkeftî."