ANKARA
Li ser pirsa nûçegîhanê AAyê ya der barê weşana kurdî de Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn got ku ev pêngaveke durust û hêja ye. Şahîn wiha got:
"Ji bilî TRT 6ê Ajansa Anadoluyê (AA) jî dê weşana nûçeyan bi zimanê kurdî bike. Ez bixwe vê yekê tiştekî rast û hêja dibînim. Ez bawer dikim ku hin Ajansên navneteweyî yên din jî bi vî şiklî weşaneke pirzimanî dikin. Çima AA ji wan kêm bimîne? Ez di serî de midûrê we yê giştî û her wiha Bulent Arinçî ji bo ku dîrektîfa vê pêngavê dayê pîroz dikim. Kar û xebateke bi vî rengî dê prestîja Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn zêdetir bike."