05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Leza Anadolu Agencyê (AA) ya ragihandina encamên hilbiajrtinê ji aliyê aboneyan va hat pîrozkirin.
AAyê di weşana hilbijartinê da rekorek şikand û bû ajansa ku herî bi lez û bez encamên hilbijartinê ji aboneyên xwe ra ragihand. Ji bilî têlevîzyonan, rojnameyên neteweyî û herêmî jî daneyên AAyê weşandin û partiyên siyasî jî encamên hilbijartinê yên AAyê ji nêz va şopandin.
Serokê Daîreya Weşanên Nûçe û Werzişê yên TRTê Nasûhî Gungor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Anadolu Agencyê di vê hilbijartina krîtîk da tevî ku manîpulasyon jî hebûn, bi awayekî lez û bez, rast û ji her tiştî girîngtir di heman demê da dane weşandin.
Gungor got ku dema ku wan jî ev dane bi temaşevanan ra parve kirin, tu teredduta wan çênebû û wiha dewam kir:
"Lewra tu nakokî tunebû. Ji serê weşana hilbijartinê heta dawiyê nakokiyeke piçûk jî derneket. Me bi daneyên Anadolu Agencyê weşana xwe kir û Tirkiye di nav çend saetan da bi encamê hesiya. Tecrubeya AAyê ji berê va heye."
Rêvebirê Weşana Giştî yê Kanal 7yê Zahît Akman jî got ku ev du sal in gelek hilbijartin derbas bûn.
Akman got ku ji ber vê jî di warê ragihandina encamên hilbijartinê da fikreke wan a cidî çêbû û wiha dewam kir: "AAyê ji hilbijartinên berê gelek zûtir agahî gîhandin me. Me jî ji temaşevanên xwe ra ragihand. Digel encamên 1ê sermawezê, daneyên hilbijartinên berê jî dida ku meriv bide ber hevdu. Ji vî alî va jî pir serkeftî bû. Ez pîroz dikim."
Rêvebirê Giştî yê Weşana yê Ulke TVyê Hasan Ozturk jî got ku AA pir serkeftî bû û ew ji bo vê serkeftinê AAyê pîroz dike.
Ozturk got ku AA bêyî ku nîqaş û spekulasyon werin kirin, encam bi raya giştî ra parve kir û wiha dewam kir:
Berê reqîbên wê encamên spekulatîf didan. AAyê bi temamî encamên objektîf da. Bi awayekî lez û bez encam ji raya giştî ra ragihand. Ez pîroz dikim, pir serkeftî bû."