25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
HALEP
Nûçegihanê fotoyê ya Anadolu Agencyê Enes Leyla, kameraman Mihemet Kûrab û aktivîstekî herêmî dema diçûn Heleba bajarê Sûriyeyê qeza kirin. Di qezaya trafîqê de Leyla, Kûbat û aktivîstê herêmî birîndar bûn.
Leyla, Kûrab û aktivîstê herêmî ji bo kesên ji ber şerê di navbera muxalif û hêzên rejimê yê li başûrê Helebê direvin bikin nûçe diçûn herêmê. Otomobîla nûçegihanan ya ku tê de aktivîstê herêmî Ebû Firas El Helebî jî hebû li otomabîleke dinê qelibî.
Di qezayê de Leyla, Kûbat û El Helebî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyeke sehrayê ya li Helebê hatin tedawîkirin. Hat ragihandin ku rewşa nûçegihanan baş e.