ANKARA
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Medyayê Gursel Eser, nameyek ji Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû re şand û got: "Helwest û cudatiya ku di resepsiyona salewextê de li dijî nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) hat kirin em cardin protesto dikin û ew helwesta li dijî azadiya çapemeniyê şermezar dikin. Em bangî rayedarên Îsraîlê dikin, bila dev ji van sepanên xwe yên qaşo qontrola ewlehiyê ne berdin. Sepanên wiha dermirovahî ne"
Eser daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku wan der barê vê mijarê de nameyek nivîsandin û ev name ji Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû û rayedarên medyayê yên serokatiyê re şandin û wiha got: "Me got divê lêborîn bê xwestin. Em helwesta hêzên ewlehiya Îsraîlê cardin şermezar dikin û hêvî dikin ku azadiya nûçegihanan a nûçeçêkirinê neyê astengkirin."