ANKARA
Nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) yên ku li çar aliyê cîhanê nûçeyan çêdikin, gelek caran li ser kar rastî êrîşê hatin. 65 nûçegihan, kameraman û fotonûçegihanên AAyê di êrîşan de birîndar bûn an jî rastî şîdetê hatin.
Nûçegihanên AAyê hem li welêt hem jî li derveyî welêt hewl didin ku karên xwe bi awayekî " bêalî, biexlaqî û lezgîn" çêbikin û gelek caran li ser kar êrîş li wan hat kirin. Li gor vê yekê di êrîşên ku piraniya wê di sala 2013an de qewimîn de li welêt 18, li derveyî welêt jî 47 bi tevahî 65 nûçegihan birînadar bûn an jî rastî şîdetê hatin.
- Li Misrê 39 nûçegihanin AAyê rastî şîdetê hatin
AAyê par di bûyerên şîdetê yên li Misrê de mînaka nûçegihaniya çalak û bêalî nîşan da. Di bûyerên li welêt de 39 nûçegihanên AAyê rastî êrîşan hatin. Navê nûçegihanan û bûyerên ku hatin serê wan wiha ne:
Fotoûçegihan Muhamed eş-Şamî 7ê nîsanê de dema ku bûyerên Katedrala Ebbasiyeyê dişopand saçme li serê wî ketin û emeliyat bû. Di 16ê Tîrmehê de dema ku polêsan mudaxaleyê xwepêşanderan kirin qalikê xaza rondikrêj li piyê Fotonûçegihan Şamî ket û birîndar bû.
Şamî di bûyerên ku 6ê cotmehê de derketin de bi tifinga bi pompe ji piyê xwe hat birîndarkirin. Nekarîn ku ji milekî Şamî saçmeyan derxînin.
Nûçegihana AAyê Hîba Zekeriya di dema ku bûyerên 26ê tebaxê dişopand li Mizgefta el- Fetîha li Qada Ramsesê asê ma.
Kameramanên AAyê Ahmed Seyyîd û Ala Emîn di 6ê cotmehê de dema ku bûyerên li Misrê dişopandin, birîndar bûn.
Fotonûçegihan Ahmed Zekeriya di yekê Sermawezê de li nêzî Qada Tehrîrê bi destê baltaciyan ve hat derbkirin û pişt re eşyayên wî hatin xesbkirin û ji destê xwe birîndar bû.
Kameraman Ahmed Mohî, di 15ê Kanûna Pêşîn de dema ku bûyerên Mokattamê dişopand guleyê plastîk li lingê wî ket.
Polêsan Fotonûçegihan Muhamed Hûsam 15ê Kanûna Pêşîn de di xwepêşandana li Zanîngeha Ezherê ya ku ji hêla xwendekarên derbenexwaz ve hatibû kirin de, 5 saetan hat binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê bi hinceta ku amûrên weşana zindî yên AAyê di mala xwe de digire, li ser mala Midûrê Çapemeniya Civakî yê Qahîreyê yê AAyê Muhammed Ferrag de girt. Di serdagirtinê de deriyê mala wî û hin mobilyayên wî şikestin û hinek zêrên jina wî jî hatin dizîn.
- Li Tirkiyeyê hat tedawîkirin
Fotonûçegihan Muhamed Hûssam di bûyerên li Port Saîdê de ji çokê xwe birîndar bû, hat emeliyetkirin.
Panzerê li ber avahiya Birayên Misilman yê li Mûqaddamê li Fotonûçegihan Ahmed Îsmaîl xist. Her wiha di pevçûnên li îskenderiyeyê jî gule li ruyê wî ket.
Kameraman Ala Emîn di bûyerên 6ê cotmehê de ji piyê xwe birîndar bû û hat emeliyatkirin. Tedawiya Emîn li Tirkiyeyê hat kirin.
Polêsan di bûyerên 6ê cotmehe de Kameraman Ahmed Sayed derb kirin.
Sermuxabirê Qahîreyê yê AAyê Orhan Guvel dema ku ki ji kar derket bi destê komên baltacî hat derbkirin.
Nûçegihana Qahîreyê Sara Ala dema ku diçû Qada Rabîatu'l Adewiyeyê bi destê baltaciyan hat derbkirin û kompîtera wê hat dizîn.
Nûçegihan Ahmet Saît Akçay dema ku ji balafirgehê diçû Naorîbiyê li Balafirgeha Qahîreyê hat xesbkirin.
Edîtorê Nûçeyên bi Dîmen yê Qahîreyê yê AAyê Mûstafa Ozturk li Qada Tehrîrê bi destê baltaciyan hat xesbkirin û telefona wî hat dizîn.
Nûçegihan Hazem Bedr di dema ku dîmenên li Qada Tehrîrê dikêşand bi destê qomiserek ve hat derbkirin û wênegira wî şikest.
Midûrê Karên Têkiliyêb Gel yê Herêma Qahîreyê yê AAyê Hasna Abdelghany dema ji kar derket ji aliyê baltaciyan ve hat xesbkirin û telefona wî hat dizîn.
Bûyerên şîdetê yên li welêt
Kameraman Mertkan Morkoç di 8ê kanûna paşîn de rastî êrîşa komekê hat û pozê wî şikest.
Nûçegihan Dûrmûş koçak di 8ê kanûna paşîn de bi destê komekê bialkol ve hat derbkirin.
Fotonûçegihan Îbrahîm Yakût di 9ê Sibatê de di pêşbirka Elazig û Beşîktaşê de bi meşaleyên ku avêtin sehayê birîndar bû.
Nûçegihan Alptekîn Soykan li Îstanbûlê di 16ê nîsanê de hat derbkirin. Soykan dîsa di 27ê gulanê de di dema bûyerên Parka Geziyê de bi destê komekê polêsên hat derbkirin.
Nûçegihan Bulent Doruk dı 16ê hezîranê de bi mudaxaleya polêsan a liser xwepêşaderên Parka Geziyê yên li Taksîmê, ji destê xwe birîndar bû.
Kameraman Halûk Yavûzhan di 6ê hezîranê de di pevçûna di navbera xwepêşanderên Parka Geziyê û polêsan de birîndar bû.
Fotonûçegihan Muhamed Serdar Alakûş di 23ê Hezîranê de bi êrîşa komekê ku piştgirî dide xwepêşandanên Parka Geziyê, hat û birîndar bû.
Nûçegihan Halîl Fîdan di 26ê Tîrmehê de di dema xwepêşandanên li Ceylanpinarê bi kevirê ku xwepêşanderan avêt, birîndar bû.
Kameraman Engîn Morgul di 11ê sermawezê de di dema cenazeya Savaş Ay de hat derbkirin û kamareya wî şikest.
Kameraman Huseyîn Kanber di 1ê kanûna pêşîn de dema ku li Îzmirê xwepêşandanên protestoyê yên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dikişand rastî êrîşê çepgirên marjînal hat û kameraya wî di êrîşê de zirar dît.
Xwepêşanderan di 27ê Kanûna pêşîn de êrîşî Fotonûçegihan Raûf Maltaş kirin.
Kameraman Fatîh Çaglar Demîrtaş li îstanbûlê di dema bûyerên geziyê de hat derbkirin û kameraya wî şikest.
Derveyî welêt
Nûnerê AAyê yê Qûdusê Taner Aydin dema ku diçû resepsiyona ku li îsraîlê her sal ji bo rojnamevanan tê dayîn, polêsan beriya wî birîn û ew dan sekinandin. Aydin li ser vê ferqûmêhliyê mecbûr ma ku civînê terk bike.
Nûçegihanê Qûdusê Qays Ebû Semra dema ku pevçûnên li ber Girtîgeha Oferê ya li Şerîaya Rojava dişopand bi bombeya dengê ya ku leşkerên îsraîlê avêt, birîndar bû.
Fotonûçegihan Bulent Dorûk dema ku di 14ê sermawezê de li Trablûsê xwepêşandanek dişopand, bi destê komekê xwepêşander hat derbkirin û wênegira wî hat xesbkirin.
2 leşkerên îsraîlê di 20ê Kanûna pêşîn de li cihê qontrolê dema ku Kameraman Mûaz Maşal û Qays Ebû Semra diçûn li merasîma cenazeya zarokê/a ku bi gulebaran leşkerên Îsraîlê miribû, beriya wan birin û ew bi kuştinê tehdît kirin. Artêşa îsraîlê digel giliyan derbarê mijarê de tu daxuyanî nedan.
Nûçegihanên AAyê di salên 2012 û 2014an de jî rastî êrîşan hatin
Nûçegihanên AAyê di salên 2012 û 2014an de jî li gelek cihên cîhanê rastî êrîşan hatin û çend ji van êrîşan li jêr in:
Kameraman Ahmed Sayed di dema xwepêşandanên li Qada Medîne Nasrê ya li Misrê bi tifinga bi pompe ji piyê xwe birîndar bû.
Di sala 2012an de di salvegera bûyerên Kolana Muhamed de kevirek li Fotonûçegihan Muhamed Hossam ket û her wiha qalikê xazê jî li serî wî ket. Kameraman Ala Emîn jî di heman bûyerê de bi xazê bi jehr ket.
Kameraman ahmed el- Sayed dema ku bûyerên 17ê Kanûna paşîn dişopand 13 saçme û guleyên plastîk li bedena wî ketin û birîndar bû û emeliyat bû.
news_share_descriptionsubscription_contact
