Ofîsa Qudsê bi beşdarbûna Serkonsolosê Qûdsê yê Tirkiyeyê Balyoz Mustafa Sarniç û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midurê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk ve hat vekirin.
Anadolu Agencyê ji bo vîzyona sala 100emîn biryar dabû ku di dinyayê de li Ewropa (Bruksel), Amerîka, Rojhilata Navîn-Afrîka, Asya-Kafkasya û li Asya-Pasîfîkê ofîsên xwe vebike. Armanca AAyê ew e ku ji 2020an pê ve bi 11 zimanan weşanê bike. AA di vê çarçoveyê de ji bilî tirkî, bi îngilîzî, erebî, bhs (boşnakî, hirvatî, sirbî), rûsî, kurdî û fransî weşanê dike.