Ji hêla wêneyan ve hêza Anadolu Agencyê (AA) li çar aliyê dinyayê eleqeyeke mezin dibîne. Herî dawiyê ajansa YONHAPê ku ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Başûr e, hin wêneyên Anadolu Agency ji hêla vê ajansê ve hatin nîşandan.
Wêneyên Anadolu Agency meha ku çû li paytexta Moskovaya Rûsyayê, di çarçoveya Lijneya Giştî ya Organîzasyona Ajansan a Nûçeyan a Pasîfîk-Asyayê de, di Pêşangeha Wêneyên Çapemeniyê de hatibûn nîşandan. Rêvebirê YONHAPê Oh Jae Seok wêneyên Anadolu Agency li vir dibîne û diecibîne. Oh diyar kir ku ji bo van wêneyên ku ecibandiye li avahiya navenda YONHAPê ya nû nîşan bidin ji Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk re nameyê dişîne.
Oh destnîşan kir ku, "Nîşandana wêneyên Anadolu Agency ji bo wan rûmet û bextewariyeke mezin e." Oh diyar kir ku serkeftinên Anadolu Agency bi eleqeyeke mezin dişopînin û wiha got: "Ev hevkariya ji bo ku gelê Koreyê wêneyên Anadolu Agency nas bike derfeteke girîng e."
Ozturk vê ji vê daxwazê kêfxweş bû û tevî wêneyan ji YONHAPê re nameya pîrozkirinê şand.
Wêneyên Anadolu Agency li avahiya nû ya YONHAPê tên nîşandan û eleqeyeke mezin dibînin.