Damezrîner û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Kongreyê Plamen Russev di vebûnê de axivî û diyar kir ku ji bo ku hêviyên kesên ku beşdarî kongreyê bûne pêk bînin, gelekî hewl didin. Russev da zanîn ji ber ku kongre li cihekî wekî Îstanbulê tê lidarxistin gelekî kêfxweş e.
Ji bo Kongreya Webîtê ya ku cara 5emîn e tê lidarxistin, bi jimareke rekorî serîlêdan çêbû. Nûnerên payebilind yên bazara telekomînîkasyon û teknolojiyên dijîtal yên 103 welatan beşdarî kongreyê bûn. Ji 8 hezaran zêdetir beşdar, 250 axaftvan beşdarî kongreyê dibin û di kongreyê de 6 çalakiyên girîng dê bên kirin û fuara bazirganiyê jî bê vekirin.
Di kongreyê de dê îro bi navê "Dîgîtal Marketîng and Innovatîon" konferanseke bê lidarxistin. Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çulcuoglu jî dê wek axaftvan beşdarî rûniştina bi navê "How to drîve engagement through content" bibe.
Di çarçoveya kongreyê de dê rûniştinên wek "Konferansa Înovasyon û Bazarkirina Dijîtal, Konferansa Lîderên Dahatûyê, Lûtkeya Telcoyê (tenê ji bo vexwendiyan), Konferansa eTîcaretê" dê bên kirin.
Hûrguliyên der barê kongreyê de ji "www.webîtcongress.com"ê de dikare bên bidestxistin.