Haydar Şahin
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 27 Nîsan 2019
Li Erdîşa navçeya Wanê xwendekarên li Navenda Perwerdeya Meslekî bi bîskîletê pergal çêkirin û jê ceyranê bi dest dixin.
Xwendekar bi projeya ji bo "Fûara Zanistê ya 2018-2019 a TUBÎTAKê" çêkirin va qasî nîv saetî çerxên bîskîletê dizvirînin û jê 220 volt ceyran derdikeve.
Yuksel Çelîkê Midûrê Navendê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku navend ji sala 1993yan vir da ji bo karkerên bi wesf têbigihîne xizmetê dide.
Çelîk got, "Par 216 kesan ji navenda me belgeya qalfatiyê, 84 kesan belgeya hostetiyê û 62 kesan jî berlgeha hînkeriyê sitandin" û wiha pê da çû:
"223 xwendekarên me yên çiraxtî û qalfatiyê hene. Wekî mayîn em her meh qursa hîndekariyê vedikin. Îsal cara ewil navenda me beşdarî projeya TUBÎTAK 4006an bû. Mamoste û xwendekar bi fikra ji bîskîletî ceyranê çêbikin va hatin ba me. Me jî piştgirî da wan. Di encamê da projeyeke bi feyde derket holê."
Yusuf Kalkanê wekî pisporê ewlekariyê û mamoste li navendê dixebite got armanca projeyê ew bû ku xwendekar ji bo tenduristiya xwe nîv saetî çerxa bîskîletê bizvirînin û ceyrana sîstema malên xwe çêbikin.
Muhemmet Selîm Dagerê xwendekar jî bi mamosteyên xwe ra şêwirîn û projeyeke wiha amade kirin û wiha pê da çû: "Me pîlan kir ku ji bîskîletê ceyranê çêbikin. Em bi piştgiriyên hatin dayîn va projeya xwe temem kir. 220 volt ceyran jê derdikeve. Em dikarin bi vê sîstemê va tevahiyê hewcedariya bi ceyranê ya mala xwe bibînin."