Türkan Tosun
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ANKARA
Di roja ewil a hefteyê da warêla nefta Brentê bi 76,78 dolarî tê firotin.
Roja înê warêla nefta Brentê bi 77,52 dolarî hatibû firotin. Bihayê warêla nefta Brentê îro serê sibehê bi 77,02 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.23an pê va jî ji sedî 0,31 daket û bi 76,78 dolarî tê firotin. Di heman wextî da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 70,49 dolarî hat firotin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê peymana nukleerî ya bi Îranê re de gotibû ewê ji vê peymanê vekişin û li hember Îranê ewê hin mueyîdeyan bikin. Vê daxuyaniya Trump tesîr li ser piyasayan kir.
Pispor dibêjin ev mueyîdeyên li hember Îranê wê tesîreke neyînî li ser sektora neftê bike, lê Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û Erebistana Siûdî wê kêmasiya neftê ji holê rakin.
Ji bilî vê li gor daneyên şirketa Baker Hughesê di navbera 5-11 gulanê de li Amerîkayê 10 kuleyên sondajê yên neftê hatin vekirin.
Hejmara kuleyên sondajê yên neftê di nav 16 hefteyan de 14 caran zêde bûn û bûn 844.