Herêma Kurdistanê daxuyand ku ji ber êrîşa xeta neftê ya Kerkûk û Yumurtalikê zirara wan gihîşte 501 milyon dolarî.
Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya HKIyê de wiha hat gotin: "Ji ber ku di dawiya meha tîrmehê de êriş li xeta me ya boruyê hat kirin, sewqiyata neftê ji bo demekê hat sekinandin. Her çiqas herêma ku êrîş hatiye kirin hatibe temîrkirin jî hê pirsgirêk hene. Komeke birêxistin her tim boruyê hedef digre û diziyê dike. Qasî ku em fêm dikin, yê ku êrîşê dikin û yên ku neftê didizin bi hev re dixebitin. Ji 27ê tîrmehê heta 17ê tebaxê vir ve zirar gihîştiye 501 milyon dolarî."
Di daxuyaniyê de behsa zirara herêmê hat kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku hikûmeta navendî budçe neda li herêma Kurdistanê ji hêla aboriyê ve rewş nebaş e. Pevçûnên li herêmê, tekoşîna li hember rêxistina terorê DAEŞê û penaberên ku hejmara wan gihîştiye milyonek û 800 hezarî jî di ser de rewş nebaştir kiriye. Ji bilî vî bihayê neftê jî daket û ev jî bû sedem ku çavkaniya dahatê kêm bibe. Nefta ku diçe Ceyhanê tekane dahatuya gelê Kurdistanê ye. Heke ev nebe mehaneyên karmend û pêşmergeyan nikare bê dayîn. Em bangî kesên ku sabotajê dikin û ji vê neftê didizin re dibêjin ku derhal dev ji van çalakiyan berdin. Çapemeniya li herêma Kurdistanê û partiyên siyasî jî divê agahiyên şaş nedin gel. Lewra her kes baş dizane ku li pişt van êrîşan de kî heye. Heta ku Wezareta Çavkaniyên Sirûştî sûcdar dikin, bila dev ji berjewendiyên xwe berdin û bila li cem gelê Kurdistanê cih bigrin. Em bi dengekî bilind ve êrîşkar û dizên ku çav kutane dahatuya gel şermezar dikin."
Ji bilî vê di daxuyaniyê de hat gotin ku divê rayedarên li Tirkiyeyê û Botaşê jî seferber bibin û ewlehiya xeta neftê biparêzin.