İbrahim Atmaca
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Di destpêka rojê da Dolar/TL ket û piştî heta 3,5567an, ji saet 09.45an pê va 3,5585 lireyî tê firotin.
Duh piştî ku Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê rêjeya faîzê ya deyndayînê 50 pûan zêde kir, bihayê dolar heta 3,5608 lireyî ket.
Dolar îro jî ket û bihayê dolar di nav 2 mehên dawîn da herî erzan îro pêk hat. Di heman deqîqeyan da ewro/TL ji sedî 0,46 kêm bû û bi 3,8841, sterlîn/TL ji sedî 0,20 kêm bû û bi 4,5890î tê firotin.