Abdullah Tel
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Karsazên Bitlîsî yên ku teşwîqên dewletê hildan û pê li bajarê xwe veberhênanî kirin him ji hêla kar û him jî ji hêla aboriyê va bi kêrî hembajariyê xwe hatin.
Karsazên Bitlîsî di konfeksiyonên li bajêr vekirin da 3 hezar û 200 kesî kirin xwedî kar.
Piştî operasyonên hêzên ewlehiyê yên ku li dijî PKKya rêxistina terorê awayekî serfiraz birêva bir li herêmê ewlehî û aramî zêde bû û ev yek jî ji bo aboriya herêmê gelek bi kêr hat.
Bi saya piştgiriya ku hikûmet di qada veberhênaniyan da dide karsazan di demên dawîn da hejmara dikan, atolye û saziyên li herêmê dest bi kar dikin zêdetir dibe.
Karsazên demeke dirêj e li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê kar û barên xwe birêva dibirin berê xwe dan bajarên xwe û ji wan bajaran yek jî Bitlîs e.
Karsazan li cihên ku ji bo wan hatiye cihêkirin 19 fabrîqeyên tekstîlê ava kirin ew der ji bo ciwanan bûn deriyê kar û salê 132 milyon lire jî pere ji bo aboriya bajêr tê qezenckirin.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Karsazên Tekstîlê yê Bitlîsê Engîn Başar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya vekirina fabrîqeyan bêkariya li bajêr jî kêm bû.
Başar got ku niha bi qasî 3 hezar û 200 kes li dikan, atolye û fabrîqeyên li bajêr hatine vekirin da dixebitin û wiha pê da çû: "Bitlîs ji hêla nifûsa xwe bajarekî ciwan e. Gelek hevalên me hene ku dixwazin werin vê derê cih vekin. Li vê derê milet zû hînî kar dibe û kêmasiya xebatkaran tuneye."