Türkan Tosun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ANKARA
Bihayê bermîla nefta Brentê di roja ewil a hefteyê de bi 67.69 dolarî tê firotin.
Bihayê bermîla nefta Brentê roja înê bi 68,02 dolarî dihat firotin û herî zêde derket 68,09 dolarî. Îro 67.76 dolarî vebû û ji saet 09.12an pê va bi 0,10 kêmbûnê va 67,69 dolarî tê firotin. Di heman deqîqeyan da bermîla nefta xam a cureyê Teksasa Rojava jî bi 61,55 dolarî tê firotin.
Li gor pisporan piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyaz kir si-ondajên neftê bên vekirin hevî çêbû ku neft zêde bibe Brent hinekî kêm bû.
Li gor rapora dawî ya Baker Hughes, hejmara kuleyên neftê yên aktîf yên li Amerîkayê li gor hefteyek berê kêm bûn û bûn 742. Hejmara qûleyên xazê kêm nebûn.
Hejmara hemû qûleyên neftê yên li Amerîkayê ji 5ê çileya paşîn pê va li gor par 231 heb zêde bûn.