Nihat Kavşut,Haydar Şahin,Türkan Tosun
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Piştî piştgiriya dewletê ya ji bona pembû li Diyarbekirê çandin û ajotina pembû zêde bû.
Li Diyarbekirê sala par 282 hezar donim pembû hat çandin û îsal jî çandina pembû ji sedî 48 zêde bû û derket 418 hezar donimî. Cotkarên pembû diçînin bi saya alîkariya distînin dixwazin sala were zêdetir pembû biçînin.
Suleyman Îskenderogluyê Wekîlê Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Yekîtiya Koperatîfên Firotina Pembû, Fistiq û Tovên Birûn ya Çukurovayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di navbera salên 2011 û 2015an da li tevahiya dinyayê bihayê pembû daket û ji ber vê jî li Tikiyeyê û herêmê çandin û ajotina pembû kêm bû.
Îskenderoglu diyar kir li Tirkiyeyê ji nêvî zêdetir ajotin û çandina pembû li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê kirin û wiha got: "Li Diyarbekirê sala 2015an li 251 hezar donimî û di sala 2016an da jî li 280 hezar donimî pembû hat ajotin. Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê sala 2017an ev rêje derket 418 hezar donimî. Yanê ji sedî 48 zêde bûye. Hêviya me ew e sala 2018an jî ji sedî 30-35 zêde bibe. Heger wisa bibe wê qederê 550 hezar donim pembû bê ajotin."
- Piştgiriya dewletê rê nîşan da
Îskenderoglu bal kişand ku li piyaseya navneteweyî bihayê pembû zêde bû, li Tirkiyeyê cotkariya bi makîneyan zêde bû û bi taybetî jî bi piştgiriya dewletê va dahata ji pemû tê qezenckirin zêde bû û wiha pê da çû:
"Sedema zêdebûna avêtina pembû polîtîkayên piştgiriya dewletê ye. Serê her kîloyeke pembû em 80 qurişî alîkariyê distînin. Wek mayîn ji bo gubre û mazotê jî serê her dolim erdî 40 lire pereyî wek piştgirî didin. Bi vê piştgiriyê va cotkarên me de ji garis û genim berdan û berî xwe dan pembû."
Îskenderoglu got ku pembû bi tenê li Diyarbekirê zêde nebû li tevahiyê welêt ev zêdebûn heye.
Îskenderoglu got ji ber ku pembû dexleke stratejîk e û qezenca wê ji welêt ra gelekî heye ji cotkaran dixwazin ku pemû bavêjin zeviyên xwe.
- "Rûyê cotkarên ku çandina pembûyê dikirin dikene"
Mehmet Şekerê ku li taxa Guzelkoyê ya navçeya Yenîşehirê 600 donim pembû çandiniye jî got ji ber ku bihayê wê erzan e, mesref zêde ne ew çend sal in cotkariya pembûyê nake.
Şeker got demekê wê lazut reşandiye lê ji wir jî pere qezenc nekiriye û wiha axivî: "Ji ber piştgiriya dewletê û bihayê nû gelek kes car din cotkariya pembûyê dikin. Sala bê di meha cotmehê de wê zedetir be. Bihayê wê baş e, hewce nake genim û lazut bê reşandin. Rûyê cotkarên ku çandina pembûyê dikirin ev 2 sal in dikene."
Ji heman taxê Recep şeker jî got ew malbatî 25 salin çandina pembûyan dikin.
Şeker anî ziman demekê wan jî dev ji pembûyê berdaye lê ji ber piştgiriya dewletê cardin wan dest bi karê pembûyê kiriye.