Fatih Gazioğlu
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ANKARA
Li Tirkiyeyê kesên biyanî di 4 sal û nîvan de nêzî 82 hezar xanî kirîn. Ev reqem tê wê meneyê ku biyaniyan di rojekê 50 xanî kirine.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê hildan, di navbera meha çiriya paşîn a sala 2013 û hezîrana sala 2017an de kesên biyanî li Tirkiyeyê 81 hezar û 754 xanî kirîne.
Li gor pisporan ev reqem bi saya daketina KDVê çêbû. Li gor par ev sal firotina xaniyan ya ji bo biyaniyan ji sedî 18,6 zêde bû. Li gor par îsal biyaniyan 9 hezar û 595 xanî zêde kirîn.
Li gor reqamên firotinê herî zêde welatiyên Erebistana Siûdî, Kuweyt û Iraqê xanî kirîne. Li gor vê di navbera meha çiriya paşîn a sala 2015an û hezîrana sala 2017an de welatiyên iraqî 8 hezar û 900, yên Erebistana Siûdî 6 hezar û 107 û welatiyên Kuweytê jî 4 hezar û 672 xanî kirîn.
Ji welatiyên Ewropayê jî herî zêde rûsan xanî kirîne. Rûsan 3 hezar 860, îngilîzan 2 hezar û 204 û almanan jî hezar û 884 xanî kirîne.