Nihat Kavşut
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
GAZÎANTEP
Abdulkadîr Çikmazê Serokê Kordînatoriya Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê destnîşan kir di 7 mehên îsal da îxracat li gor heman heyama sala par ji sedî 3 zêde bû.
Çikmaz der barê daneyên îxracatê yên meha tîrmehê da daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir îsal di 7 mehên ewil da li gor heman heyama sala par îxracat ji sedî 3 zêde bû û derket 4 milyar û 525 milyon û 807 hezar dolarî.
Abdulkadîr Çikmaz destnîşan kir herî zêde bi dewletên Rojhilata Navîn ra îxracat hatiye kirin û rêjeya îxracata bi Rojhilata Navîn ra ji sedî 54,2 ye û wiha got: "Peyra ji sedî 18,3 dewletên Yekîtiya Ewropayê û sedî 10,6 dewletên Afrîkayê tên."