ANKARA
Saziya Îstatîstîk ya Tirkiyeyê (TUİK) diyar kir ku di sala 2013an de Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) ji sedî 7,40, Endeksa Bihayê Hilberîneran (UFE) ji sedî 6,97 e. Li gorê daneyên TUİKê sala par di meha çilaya pêşîn de Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) ji sedî 0,46, Endeksa Bihayê Hilberîneran (UFE) ji sedî 1,11 zêde bû. Enflasyona salê ya 12 mehan kêmzêde bihayê xerîdaran de ji sedî 7,49, bihayê hilberîneran jî jj sedî 4,48 bû.