Haydar Şahin
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Li Bulanixa navçeya Mûşê 16 cotkaran li ser 6 hezar donim erdî gulberojk danîn.
Li Siradereya gundê 40 kîlomêtre li dûrî navenda navçeyê gulberojkên reş û sipî hatin danîn û hedef ew e ku kêmzêde hezar û 300 ton dendikên gulberojkan jê bi dest bixin.
Nevzat Taşdemirê Serokê Odeya Ziraetê ya Navçeyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi tenê li Siradereyê gulberojkên ji bo xwarinê hatin danîn.

Taşdemir destnîşan kir ku ew ê hefteya ewil a îlonê gulberojkan biqetînin û wiha pê da çû:"Vê gavê li gundê me 16 cotkaran kêmzêde li 6 hezar dolim erdî gulberojk danîn. Ji dolimekê kêmzêde 300 kîlo dendik tên hildan. Îsal em ê kêmzêde hezar û 300 ton dendikên gulberojkan hildin. Em bi piranî gulberojkan dişînin Elbistana Qehremanmaraşê. Xêncî wê heke îmkan hebe em dikarin bifroşin bajarên din jî."
Fuat Gunalmişê cotkar got ku îsal ber û bereket rind e, gulberojkên biqelîte li Tirkiyeyê hêşin dibin.