Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya di navbera Tirkiye û İranê de ji bo ku ticareta her du dewletan bigihêje 35 milyar dolarî projeyek nû dest pê dike. Heke ev proje xilas bibe wê qedera bajarên herêmê jî biguhere.
Di navbera herdu welatan de ji bo çûyîn û hatinên transît ên ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê lazim e ku li aliyê Îranê 90 kîlometre rê bê çêkirin. Bihayê çêkirina vê rêyê 300 milyon lîreyî digre û Tirkiyeyê vî pereyî dê bide. Li ser vê yekê Şirketa Anonîm a Saziyên Tûrîzm û Gumrigê projeya modernîzasyona derî amade kir.
Di çarçoveya projeyê de dest bi kolanan kirin. Bi temambûna rê ve Wan dê bi Xoya ku nifûsê wê 500 hezar e û Tebrîza ku nifûsê wê milyonek û 400 hezar û bajerê herî dewlemend ê 2yan ê Îranê ye re bibe cînar.
Deriyê Sînor ê Kapikoyê bi destê Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê li ser 61 hezar qeremetre erdî bi modela çêke-bixebitîne-dewrke tê çêkirin. Ji bo ku wesayît transît herin û werin 3 deriyên çûyînê û 3 deriyên hatinê yê bên çêkirin.
Serokê Odeya Pîşêsazî û Bazirganiya Wanê Necdet Takva daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van demên dawiyê de pêşketina bazirganiya bi Îranê re ji bo herêmê bû kelecaniyekî.
Takva destnîşan kir ku ev bi salan e endamên wan hem di kotaya bazirganiyê da hem jî di kotaya dema çûyîn û hatinê de zehf mexdûr bûn, dibê hemû tengasî bên çareserkirin.
Takva destnîşan kir ku der barê pirsgirêkên xwe de burokrat û siyasetmedaran her tim agahdar dikin û wiha axivî: "Dirêjahiya sînorê me yê bi Îranê re 580 kîlometre ye û 300 kîlometreyê wê bi tenê bi di navbera Wan û Îranê de ye. Îran bazareke mezin e û welatê vejenê ye lê belê em nikarin ji van îmkanan îstifade bikin. Lewre ewqas sînorê me heye lê di navbera me de deriyekê sînor tune. Deriyê Sînor ê Kapîkoyê piçûk e û têrê nake. Ji bo bazirganiya me dibe asteng. Em bi awayekê baş nikarin îtxalat û îxracate bikin. Bi salan e der barê vê de xebat tên kirin. Deriyê me yê sînor ê gumrigê di rewşeke baş de nîne ku nika jê îstifade bikin."
Takva got li bendê ne ku di nav salekî de avahiyên deriyê sînor temam bin û bên vekirin. Takva wiha pê da çû:
"Deriyên gumrigê ji bo bajar û welatekî wek neynik e. Ji bo îmajê newşa deriyan girîng e. Me hişyarî da kû bila derî rind bên çêkirin. Di nav selakî de deriyê temam be. Dema ku xebatên li aliyê me bigihîjin astekî îranê jî li aliyê xwe xebatan bike. Kapikoy ji bo Wanê deriyekê zehf girîng e. Îranê jî jî piştî me deriyê aliyê xwe çêbike."