Cuma Sarı
23 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2022
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê ber û bereketa di birincê Qerejdaxê yê tescilkirî da hilberîneran kêfxweş dike.
Birincê Qerejdaxê yê di Adara 2018an da ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk hat tescilkirin, ji rizê herêma Qerejdaxê tê bidestxistin ku dikeve navbera Diyarbekir û Şanliurfayê.
Rizên ku piştî ajotinê qedera 5 mehan şûnda hatin dirûn, bi destê karkeran ji nava zeviyê hatin komkirin û li ciyên guncav hatin raxistin da ku ziha bibin. Piştî ku hişk dibe riz ji bo fabrîqeyan tên şandin û gava li fabrîqeyê ji miemeleyê ra derbas dibe jî êdî amade dibe ku bê xwarin.
Li Siwêregê par 1950 dekar erd, îsal jî 2 hezar û 350 dekar erd bi riz hatin ajotin.
Endazyarê Ziraetê yê Şaredariya Siwêregê Ramazan Şeker ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, birincê Qerejdaxê ji bo gelê herêmê pir cuda ye û gel pir jê hez dike û wiha dewam kir, "Par serê dekarê 400 kîlogram ber hat, îsal me tesbît kir ku serê dekarê 500 kîlogram ber û berhem hat."
Hilberînerê riz Celal Altay jî diyar kir ku wan tovên riz di meha gulanê da danîn û niha piştî serdemeke giran û zehmet, ew gihîştin qonaxa dirûnê.
Altay bal kişand ku wan sezoneke bi bereket derbas kir û wiha got, "Min par 150 donim zevî kiribû riz, îsal min bi qasî 300 donimî kir riz. Em li benda rekolteyeke baş in ku par rekolte serê dekarê 400 kîlogram bû. Em îsal serê dekarê li benda 500-550 kîlogramî ne. Tama birincê me cuda ye. Lewma em dixwazin birincê xwe bi dinyayê bidin naskirin."