Volkan Kaşik
23 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2022
Ji Meletiya ku qismekî girîng ê qeysiyên hişkkirî yên dinyayê lê tê hilberîn, di du mehên ewil ên sezona nû ya îxracatê da 14 hezar û 426 ton qeysiyên hişkkirî hat şandin û jê 78 milyon û 63 hezar dolar dahat hat wergirtin.
Qeysiyên Meletiya ku ji 22 milyon darên qeysiyan ên li Tirkiyeyê jê 9 milyon dar lê ne, li welêt û dervayî welêt devê kesên ji qeysiyan hez dikin, ditemijîne.

Qeysiyê Meletiyê yê di asta Yekîtiya Ewropayê da xwedî belgeya işareta coxrafî ye, bi dahata xwe ya dovîzê va kêfa hilberîneran xweş dike.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, sezona nû ya îxracatê ya ku bi meha tebaxê va dest pê kir, bilez didome.
Ozcan bal kişand, berkaşbûnên aborî yên li dinyayê tesîrê li berhemên çandiniyê jî dikin û wiha dewam kir, "Lewma jî ji bo ku reqamên îxracata qeysiyan li herî jor bimînin, çi ji destê me tê em dikin."
Ozcan bal kişand ku wan bi lez û bez dest bi sezona nû kir û wiha dewam kir:
"Me di herdu mehên ewil ên sezona nû ya îxracatê da 14 hezar û 426 ton qeysiyên hişkkirî îxrac kir û jê 78 milyon û 63 hezar dolar dahat wergirt. Me di 10 rojên ewil ên Cotmehê da jî bi qasî 2 tonî îxracat pêk anî. Em dixwazin heya sersalê bigihîjin reqama 40 hezar tonî ya îxracatê."
Ozcan diyar kir, Amerîka di serî da ew qeysiyên Meletiyê dişînin 113 welatan ên wekî Fransa, Almanya, Qraltiya Yekbûyî, Brezîlyayê û wiha got, "Em ber bi hedefa xwe ya heya dawiya sezonê 100 hezar ton îxracat û 500 milyon dolar dahat, dimeşin."