Müslüm Etgü
01 Sibat 2022•Rojanekirin: 01 Sibat 2022
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê teyrekî birîndar ê cisnê başoke hat dîtin û piştî tedawiyê wê li siruştê were berdan.
Personelê Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Buyuktaşê dema ku wek dewriye digeriya, li devera gundewar teyrekî cisnê başoke dît.
Ekîban teyr hilda û cab da Midûriya Şaxa Şanliurfayê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî.
Ekîban teyr bir Navenda Xelaskirina Heywanên Kovî û Rehabîlîtasyonê.
Hat gotin ku piştî tedawiyê teyr wê li siruştê were berdan.