15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
MOSKOVA
Huseyîn Yaymanê Alîkarê Wezîrê Çand û Tûrîzmê diyar kir ku li Rûsyayê rezervasyonên ewil ên ji bo tetîla Tirkiyeyê ji ya sala 2014an zêdetir e û wiha pê da çû: "Ji bo sala 2017an hêviya me zêde ye. Hedefa me ew e ku îsal mêvandariya 5 milyon tûrîstên ûris bikin."
Yayman Fûara Tûrîzmê ya navneteweyî ya Moskovayê ziyaret kir û daxuyanî da nûçegihanê AAyê der barê tûrîstên ûris ên ku bên Tirkiyeyê da rojev nirxand.
Yayman bi bîr xist ku sala par bi Rûsyayê ra hin tengasî Kişandin û got, "Lê belê hêviya me ya ji sala 2017an zêde ye. Nika rezervasyonên tetîlê ên ewil zehf rind in, ji reqemên sala 2014an zêdetir in. Hedefa me ew e ku îsal li Tirkiyeyê mêvandariya 5 milyon tûrîstên ûris bikin."
Yayman bi bîr xist ku Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê li Antalyayê tetîla xwe kir û ji her kesî ra jî tewsiye kir ku li vê derê tetîla xwe bikin, ev gotina zehf girîng e û bi çavê "qasidê aştiyê" li her tûrîstê ûris mêze dikin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî Rûsya ziyaret kiribû û di ziyareta wî da ji bo ku sala 2019an bibe "Sala Çand û Tûrîzmê ya Tirkiye û Rûsyayê" peyman hatibû îmzekirin. Yayman peyman nirxand û wiha got:
"Çaxa ku Serokomarê me ji Rûsyayê zivirî xebatên ji bo 2019 Sala Çand û Tûrîzmê ya Tirkiye û Rûsyayê dest pê kirin. Xebatên me yên ji bo vekirina fûara mezin, danasîna dîrok, çand, xwarin û xurek, bi taybetî jî gastronomiya Tirkiyeyê ew ê hebin. Di sala 2019an da çalakiyên girîng ên şano, sîneme û operayê jî ew ê hebin. Her kesê li ber sala çand û tûrîzê ya Tirkiye-Rûsyayê şaş û metel bimîne."