17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ÎSTANBUL
Hedefa Tirkiyeyê ya ji bo turîstên Îranê îsal 2 milyon turîst in. Par ji Îranê nêzî milyonek û 665 hezar turîst hatibûn Tirkiyeyê.
Yekîtiya Otelvanên Tikiyeyê (TUROB) bi navê "Fuara Tehranê ya TITE a TUROBê" raporek amade kir.
Di raporê de wiha hat gotin:
"Îran di listeye bazarên ku zêdebûn tê de çêbûye de ye. Ev ji bo dawiya salê nîşaneyeke baş e. Eger navbera herdu welatan tu pirsgirêk dernekeve tê texmînkirin ku wê 2 milyon turîst ji Îranê bên Tirkiyeyê. Rewşa reqîbên me û bazarên din ne baş e. Belkî bazara Îranê ji bo me îsal bibe bazara herî baş."
Di raporê de hat gotin ku turîstên Îranê, piştî Dubaî û Malezyayê Tirkiyeyê tercih dikin.