Önder Beyter
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Endeksa hilberîna pîşesaziyê di Mijdara 2020î da mehane derket ji sedî 1,3yan û salane jî derket sedî 11an.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna pîşesaziyê ya di Mijdara 2020î eşkere kirin.
Li gorî vê, par di mijdarê da hilberîna pîşesaziya ne di bandora salnameyê da li gorî heman meha 2019an ji sedî 11 zêde bû. Her wisa endeksa hilberîna pîşesaziyê ya tevî bandorê jî salewextê ji sedî 8,7 zêde bû.
Her wisa di Mijdara 2020î da endeksa sektora madenkarî û kankeriya keviran li gorî heman meha pêrar ji sedî 4,6, endeksa sektora pîşesaziya îmalatê ji sedî 11,6 û endeksa hilberîn û belavkirinê ya ceyran, xaz û hulmê ji sedî 7,5 zêde bû.