Haydar Şahin
09 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Tevahiyê hilberîna goştê sor ê Tirkiyeyê di çaryeka 2yan a îsal da li gor heman heyama sala par ji sedî 4,1 kêm bû û dakete 255 hezar û 455 tonî.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên hilberîna goştê sor ê çaryeka 2yan (nîsan-hezîran) eşkere kir.
Li gor vê, di çaryeka 2yan da 223 hezar û 693 ton goştê sor hat hildan. Hilberîna goştê dêwêr di vê çaryekê da li gor ya beriya xwe ji sedî 16,9 zêde bû û li gor heman heyama par jî ji sedî 5,2 kêm bû.
Hilberîna goştê sor jî di çaryeka 2yan da derkete 30 hezar û 600 tonî. Hilberîna goştê pêz di çaryeka 2yan da li gor ya beriya xwe ji sedî 70,6, li gor heman heyama par jî ji sedî 11,9 zêde bû.
Tevahiya hilberîna goştê sor ê Tirkiyeyê di çaryeka 2yan a îsal da li gor çaryeka beriya xwe ji sedî 20,8 zêde bû û li gor heman heyama sala par ji sedî 4,1 kêm bû. Di vê heyamê da 255 hezar û 455 ton goştê sor hat hildan.
Ji goştê sor ê hat hildan 176 hezar û 629 ton ji mezbexaneyan derket.
Li gor daneyên TUÎKê hilberîna goştê sor (ton) wiha ye:
| Sal | Çaryeka ewil | Çaryeka 2yan | Çaryeka 3yan | Çaryeka 4an | Tevahî (salane) |
| 2015 | 210.475 | 261.871 | 380.162 | 296.754 | 1.149.262 |
| 2016 | 237.777 | 269.912 | 394.665 | 270.688 | 1.173.042 |
| 2017 | 232.404 | 260.683 | 337.988 | 295.329 | 1.126.403 |
| 2018 | 253.314 | 266.330 | 339.379 | 259.672 | 1.118.695 |
| 2019 | 211.435 | 255.455 | | |
|