12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
ANKARA
Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka ewil a salê da ji sedî 5 mezin bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên Dahata Nesafî ya Navxweyî (DNN) yên çaryeka ewil a salê (rênbendan-adar) eşkere kir.
Li gor daneyan aboriya Tirkiyeyê wek endeksa hecmê îsal li gor heman çaryeka ewil a sala par ji sedî 5 zêde bû.
Îxracata mal û xizmetan îsal li gor par ji sedî 10,6, îthalat ji sedî 0,08 zêde bû.
Aboriya Tirkiyeyê par di çaryeka ewil a salê da ji sedî 4,5, di giştiyê salê da jî ji sedî 2,9 zêde bibû.