Türkan Tosun
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Di roja ewil a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 65,95 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent roja înê bi 66,09 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da bi vî awayî hatibû firotin. Îro jî warêla nefta brent bi 65,72 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.32an pê va ji sedî 0,34 zêde bû û derkete 65,95 dolarî. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,34 dolarî hat firotin.
Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) ji ber ku biryar dan hilberînê kêm bikin û li Amerîkayê hejmara kuleyên sondajê yên neftê kêm bûn bihayê neftê zêde bû.
Li gor daneyên heftane yên Baker Hughesa şirketa xizmeta qada neftê, di navbera 2-8ê Adarê da li gor hefta beriya xwe hejmara kuleyên sondajê yên neftê 9 kê bûn û bûn 834.
Li piyaseyên navneteweyî îro "Rapora Neftê ya 2019an" a Ajansa Vejenê ya Navneteweyî bê şopandin.