Türkan Tosun
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 71,18 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent duh bi 70,72 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 71,39 dolarî zêde bûbû. Îro jî warêla nefta brent bi 71,29 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.26an pê va ji sedî 0,15 kêm bû û dakete 71,18 dolarî. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 64,41 dolarî hat firotin
Ji ber ku Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) hilberînê kêm dikin, mueyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî Îran û Venezuelayê bûn sedem ku bihayê neftê zêde bibe.
Pispor dibêjin ji ber pevçûnên navxweyî yên li Libyayê jî bihayê neftê zêde bû.