Türkan Tosun
11 Gulan 2020•Rojanekirin: 11 Gulan 2020
Warîlê nefta Brent piyaseyên navneteweyî bi 29,91 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta Brent roja înê heta 30,15 dolarî derket û bi 29,90 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta Brent îro serê sibê jî ji saet 09.38an pê va ji sedî 0,03 zêde bû û bû 29,91 dolar. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 25,56 dolarî hat firotin.
Ji ber fikara heke peleke nû şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) çêbibe wê rê li ber aboriyê bigire ku ew xwe sererast bike bihayê neftê kêm dibe.
Li gor daneyên şirketa xizmeta qada neftê ya Baker Hughesê ya ku heftane diweşîne, hejmara kuleyên sondaja neftê yên li Amerîkayê di navbera 2-8ê Gulanê da li gor hefteyek berê 33 kêm bû û dakete 292an. Li Amerîkayê kuleyên sondajê 8 hefte ye li ser hev kêm dibe û di nav vê demê da 391 kêm bû.
Li gor pisporan Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên dervayî OPECê biryara kêmkirina neftê dabûn li ser vê li piyaseya kurewî bihayê neftê hinekî hatibû li ser hemdê xwe, lê dîsa jî fikara bihayê neftê wê venegere wek berê heye.