Türkan Tosun
04 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Warîlê nefta Brent li piyaseyên navneteweyî bi 61,68 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta Brent roja înê heta 62,19 dolarî derket û bi 61,99 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta Brent îro serê sibê jî ji saet 09.37an pê va ji sedî 0,5 kêm bû û bû 61,68 dolar. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,85 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên şirketa xizmeta qada neftê ya Baker Hughesê ya ku heftane diweşîne, hejmara kuleyên sondaja neftê yên li Amerîkayê di navbera 26ê cotmehê-1ê mijdarê da li gor hefteyek berê ji sedî 5 kêm bû û dakete 691an.
Hefta çûyî bihayê neftê zêde bûbû lê vê hefteyê ji ber firotanên ji bo karê û ji ber texmînên neyînî yên der barê daneyên aboriyê yên Amerîka û YEyê bihayê neftê kêm bû.