Önder Beyter
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
ANKARA
Warîlê nefta brent bi şikestina li borseyên Amerîkayê va li piyaseyên navneteweyî bi 63,35 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta brent duh bi 66,81 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 66,83 dolarî. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî bi 62,58 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.48an pê va ji sedî 1,23 rabû û bû 63,35 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 54,25 dolarî hat firotin.
Li gorî daneyên Enstîtuya Neftê ya Amerîkayî, li Amerîkayê stoqên nefta ticarî 1,5 milyon warîl kêm bû û berjêrî 439,2 milyon warîlî bû.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 63,58 û 64,04 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 62,66 û 63,12 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.