İSTANBUL
Duh di bûyerên Taksîm û Cadeya Îstîklalê de 50 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku piştî Parka Geziyê hat vekirin 50 kes bê destûr li Taksîm û Cadeya Îstîklalê protesto kirin û guh nedan îqazên polêsan.
Hat diyarkirin 50 kesên ku hatin binçavkirin ji bo îfadedayînê birin Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê.
Ji hêla din li Îzmirê jî 15 kes li ser îdiaya ku zirarê dane bînayên dewletê û kargehan û endamê rêxistina terorê nehatin binçavkirin. Ji van kesan jî 13 kes hatin girtin û 2 kes jî serbest hatin berdan.