19 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn diyar kir ku li ber qaymeqamtiya Beyogluyê êrîşa xwekujiyê qewimî û di bûyerê de xwekuj jî di nav de 5 kes mirin 7 jê giran 39 kes jî birîndar bûn.
Şahîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di saet dora 11.00î de li ber avahiya Qaymeqamtiya Beyogluyê ya li ser Kolana Îstiklalê êrîşa xwekujiyê qewimî.
Di êrîşê de ji bilî xwekuj 4 welatî mirin û 7 jê giran 39 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Stenbolê Şahîn daxuyaniya berfireh a der heqê bûyerê de piştî lêkolînan wê bê dayîn.
Di vê navberê de kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şîşlî Etfal, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydani, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekiyê û Nexweşxaneya Alman li wan nexweşxaneyan tên dermankirin.
Ekîbên polêsan li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin û helîkoptêrek jî ji hewayê ve piştgiriyê dide xebatên polêsan.