BÎTLÎS
Serokê BÎKAyê Fehmî Alaydin, der barê projeyê de daxuyanî da rojnamevanan û got ku bi 30 personelan û makîneyên kar, çem paqij dikin. Piştî xebatên ku dê 45 rojan dewam bike çemê paqij bibe.
Alaydin wiha dewam kir: "Em di çarçoveya hîbeya ku Wezareta Bajarvanî û Jîngehê daye de 30 personelan dixebitînin. Personel dê bi temamî 60 rojan bixebitin. 30 xebatkar di nava 45 rojan de dê çemê Bîtlîsê paqij bikin.15 rojên dawî jî li derdora gola wanê dê paqijiya peravê bikin.
Em wek BÎ-KAyê gelek girîngiyê didin paqijiyê û xebatên me dê bê navber bidomin."