Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê pêşiyê daxuyand ku lerza erdhejê 7,8 e, paşê jî diyar kir ku lerz 7,6 e.
Navenda vê erdhejê jî bajarê Iquiqueyê bû û erdhej 25 kîlometre di bin erdê de qewimî. Beriya vê jî 45 deqîqe berê bi lerza 6,4an erdhejeke din qewimî bû.
Sîtola Şîliyê piştî erdhejê hişyarî da ku bila her kes hay ji xwe hebe, dibe ku tsûnamî çêbibe. Gelê ku malên wan nêzî qeraxê behrê ne, derxistin cihê bilind.
Gelê Şiliyê îşev jî li derve ma.