Önder Beyter
24 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
MUŞ
Hat ragihandin ku li Haskoya navçeya Mûşê di şerê biçek ê di navbera du malbatan da 2 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Sayanlarê devjeniya di navbera mala Afşar û mala Basûm da ciyê xwe da şerê biçek.
Di şerê ku tê îdiakirin ji ber nakokiya erdê û birîna daran derket da Fetullah Afşar û kurê wî Resûl, Hamdullah, Asya, Adil û Cuneyt Afşar û herwiha Ecevît Kizilkan birîndar bûn.
Ji birîndarên ku bi destê ekîbên 112 Servîsa Hawarê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hatin veguhastin jê Fetullah Afşar û kurê wî Resûl ligel hemû midaxaleyan xelas nebûn. Tedawiya birîndarên din jî dewam dike.
Polês ji bo desteserkirina berşikên bûyerê xebatên xwe didomînin.
Ji hêla din cinazeyê bav û kur ên ku di şer da hatin kuştin, li Goristana Navçeya Haskoyê hatin definkirin.
Rîspî Hîkmet Karayel di daxuyaniya xwe ya ku li konê serxweşiyê da rojnamegeran da diyar kir ku hemû xelkê Haskoyê ji ber bûyerê xemgîn bû.
Karayel diyar kir ku ew hemû ji ber bûyerê aciz in û wiha dewam kir, "Em hemû xwemgîn in, di şoqê da ne. Ev bûyereke wisa ye ku li navçeya me û di nava eşîreta me da tuneye. Li holê dozeke xwîndariyê, bûyereke cidî tuneye. Herdu mal jî eqrebayên hev in, hem kurapê hev in hem jî xal û xwarzî ne. Bi me ev yek, dîntî ye. Ji ber vê yekê em wekî eşîret û gelê navçeyê tevda zehf li ber xwe dikevin. Xwedê nîşan nede."
Karayel destnîşan kir ku li herêmê bûyerên bi rengî pir kêm bûne û herwiha got ku rewşa kesekî ku di bûyerê da birîndar bû, giran e.