10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
ÎSTANBÛL
Şair û nivîskar Cemal Sureya di 26emîn salvegera wefata xwe da bi çalakiya "Zimanê Têlê Hebe" ya Şaredariya Maltepeyê hat bibîranîn.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, çalakî li Navenda Çandê ya Prof. Dr. Turkan Saylanê pêk hat û di çalakiyê da Îsmaîl Hakki Demîrcîoglu û Sabrî Ejder Ozîc derketin ser dikê.
Ozîç pêşiyê helbestên Ulku Tamerê yên ku ji bo Cemal Sureya hatine nivîsar xwendin û dû re qala nasname, têkoşîn û qonaxên girîng ên şairê navdar kir û ji berhemên wî nimûne pêşkêş kirin.
Dû re Demîrcîoglu jî bi tembûr û şîroveya xwe ya xurt va ji bo niştecihên Maltepeyê konserek da.