GAZÎANTEP - ZERÎN OZDÎLEK
Li Dehla Ajalan û Parastina Jiyana Sirûştî ya Gazîantepê çêlîka fokekê çêbû û navê wê çêlikê jî "fistiq"a ku nîşaneya Gazîantepê ye danîn.
Dehla Ajalan û Parastina Jiyana Sirûştî ya Gazîantepê li Tirkiyê dehla herî mezin e. Ev dehl bi meziniya xwe di Ewropayê de duyemîn û li dinyê jî çaremîn e. Di dehlê de ji 300 cûreyî, hêrî kêm nêzî 7 hezar ajal cih digirin. Heywanên ku li vê derê dizên jî navê çêlikên wan carinan bi ankêtan tên danîn. Biryara navê çêlîka foka ku bi eslê xwe ji Ûrûgayê ye jî ji ziyaretvanan hat pirsîn û bi ankêtê hat diyarkirin.
Serokê Daîreya Xizmetên Piştgiriyê ya Şaredariya Mezin a Gazîantepê Celal Ozsoyler diyar kir ku ji fistiqa nîşaneya Gazîantepê îlham girtin û navê foka çêlik jî bi ankêtê diyar kirin û navê "fistiq"ê lê danîn.
Perwedekara fokê Bûrçîn Degersiyanê jî dest nîşan kir ku wê çêlik hetanî salekê bi şîrê dayîka xwe bê xwedîkirin û mirov çawa pitikan xwedî dike, divê fok jî wisa bên xwedîkirin.