GAZÎANTEP
Li Gazîantebê hêjmara kesên ku di çalakiyên bêdestûr de ji ber guleberdanê mirin derket 5an.
Mûsa Bayramê (26) ku di çalakiyên bêdestûr de gule li serê wî ketibû û di nexweşxaneyeke taybet de tedawî didît mir. Cenazeya Bayram piştî otopsiya li Saziya Tip a Dadî şandin Beytuşebaba navçeya Şirnexê.
Li giştiyê bajêr roja borî li çend taxan hin kes kom bûn û çalakî li dar xistin. Di van çalakiyên bêdestûr de 4 kes ji ber guleberdanê mirin.
Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ku di çalakiyên bêdestûr de mirin derket 34an.