Li Entebê çarix bi model û neqşên xwe yên nû ve bala her kesî dikşîne.
Solên bêpehnî ango çarix li cihên dîrokî û cihên ku tûrîst lê digerin, tên firotin. Çarix hem bala tûrîstên xwemalî hem bala tûrîstên biyanî dikşînin. Çarix îxracî derwelêt jî dibin.
Çarixfiroşê dîlokî Mehmet Orhan Çakiroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku malbata wî 120 sal in ku çarixfiroşiyê dikin.
Çakiroglu daxuyand ku çarix li gor tenduristiya piyan in.
Çakiroglu got ku ew çarixan bi temamî ji çermê heqîqî çêdikin û di çarixan de madeya kîmyasalê tuneye, ji ber vê çendê jî piyên merivan di çarixan de xweh nadin, bêhn nakevinê, mantar û egzama li pê peyda nake.
Çakiroglu got ku hostayek dikare rojê cotek an jî du cot çarix çêke û wiha pê de çû: "Di atolyeya me de rojê di navbera 20 û 45 cotî de çarix tên çêkirin. Nimrê van jî di navbera 22 û 52yan de ye. Çarix bi 70 û 95 tlyî tên firotin. Bihayê wan li gor model û neqşan diguhere. Çarix heta niha di 8 fîlmên Hollywoodê de hatine pêkirin. Ji bo fîlmên ku li Tirkiyeyê jî tên çêkirin çarixan ji me dixwazin û em ji wan re dişînin. Em vê gavê çarixan ji Amerîkayê re jî dişînin."