GAZÎANTEP
Li Gazîantepê Wesayîta ku ji bo sersaxiyê ji Şanliurfayê diçû navçeya Arabanê û kamyonetek hev qelibîn, di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Di qezayê de şofêrê wesayîtê, jina wî Fatma û zarokên wî Duygu û Zilha Çiplak li cihê qezayê mirin. Suleyman û jina wî Zilha Çiplak û neviyên wan Hasan Çiplak jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û şofêrê qamyonetê jî hat binçavkirin.