Hakan Sarı
16 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Wanê Ferîdun Irakê karsaz ji 12 saliya xwe vir va 300 qutiyên kibrîtê berhev kirine û koleksiyona wî ya kibrîtan zemanê berê radixe ber çavan.
Ferîdun Irakê ku di zarokatiya xwe da dest bi komkirina qutiyên kibrîtan kir, di salên pêş da ji xwe ra koleksiyona kibrîtan çêkir û di salên 1970yî da kibrîtên welatên curbecur jî li koleksiyonuna xwe zêde kir.
Ferîdun Irak bi saya dostên xwe yên ku çûne deverên curbecur yên dinyayê ji 12 welatan kibrîtên nû li koleksiyonuna xwe zêde kir.
Li ser kibrîtan wêneyên berhemên dîrokî yên welatên curbecur, kesên navdar, berhemên dîrokî, dîmenên tebîetê, motîfên zemanê Osmanî û peyamên ji bo civakê hene. Di koleksiyonê da kibrîta herî kevin ji 1970yî maye. Koleksiyona ji 300 qutiyên kibrîtê pêk tê dîroka Tirkiye û dinyayê radixe ber çavan.
Ferîdun Irak piraniya koleksiyona xwe sala 2011an da ji ber erdheja Wanê wenda kiriye û niha jî bi qismê mayî rojên berê bi bîr tîne.
Ferîdun Irak diyar kir ku salên 1970yî di zarokatiya xwe da dest bi berhevkirina qutiyên kibrîtan kiriye.
Ferîdun Irak destnîşan kir ku di salên 1970yî da kibrît parçeyekî heyatê bû û wiha axivî, "Di salên 1970yî da mîna îro heste zêde nedihat emilandin. Wê demê kibrît pir berbelav bûn. Di malan da lembeyên xazê hebûn û bi kibrîtê dihatin vêxistin. Gava meriv diket dikanên taxê pêşiyê kibrît bi ber çavên meriv diketin. Îro gava meriv li markêt û dikanan bipirse belkî êdî neyê fiotin jî. Min jî di salên 70yî da ji ber mereqê dest bi komkirina qutiyên kibrîtê kir. Di koleksiyona min da hema hema ji 12 dewletan qutiyên kibrîtan yên curbecur hene. Pir hebûn, lê di erdhejê da mala me xisar dît û gava me bar kir piranî wenda bûn."
- "Gava meriv li koleksiyonê dinihêre diçe wan rojan"
Ferîdun Irak diyar kir ku berê qutiyên kibrîtan amûreke reklamê bûn û wiha peyivî, "Li ser qutiyên kibrîtan peyamên pir xweş hene. Mesela peyama 'Nan îsraf nekin' heye. Peyamên ku rojnameyan bixwînin hene. Pîrozbahiya salawexta 50emîn ya komarê yan jî pîrozbahiya olîmpiyadên 1972yan. Cil û bergên dema Osmanî hene. Li ser hin kibrîtan bi cilên herêmî jin hene û li ser hin kibrîtan jî berhemên dîrokî hene. Meriv gava lê mêze dike hestiyar dibe. Gava meriv li koleksiyonê dinihêre diçe wan rojan."