HAKKARİ
Çemê Orşeyê ku li bin çiyayê Cîloyê ye, bi saya pêvajoya çareseriyê niha mêvandariya ciwanên ku dixwazin di hewaya germ de hênik bibin dike.
Li herêmê cihên ku heta niha ji ber operasyon û pevçûnan qedexe bûn, niha ji ber pêvajoya çareseriyê di xizmeta gel de ye.
Piştî pêvajoya çareseriyê welatî herî zêde bi Çiyayê Cîloya Yuksekovayê re eleqedar in.
Li navçeyê germahiya hewayê derdikeve 35 dereceyan. Kesê ku bixwaze hênik bibe, sibê zû diçe li ber Çemê Orşeyê û xwe davêje çem.
Welatî ji ber meha remezanê heta dema fitarê avjenî dikin. Burhan Yalçinê ku dema xwe li wir derbas dike diyar kir ku piştî ew di çêm de avjenî dike, nêzî fitarê vedigere navçeyê. Yalçin ji ber ku xweşikiyên Hekariyê bibînin herkesî dawetî Hekarî û Yuksekovayê kir.